PeyamaKurd- Cudakirina dengên Parlamentaran bo desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi dawî bû li gor encaman Vala Ferîd posta Serokê Parlamentoyê bi 64 deng bi destxist.
Li gor encamên dengdanê ji desteya Serokatiya Parlamentoyê Vala Ferîd bi 64 dengan bû Seroka Parlamentoyê, herwiha Sîpan Salim ji firakisyona Nifşê Nû 8 deng anîn û 3 dengên Spî hebûn dengê xwe nadene ti kesî.
Ji aliyeke din ve jî Hêmin Hewramî ji firakisyona PDKê bi 68 dengan posta Cîgirê Serokê Parlamentoyê bi dest xist û kandîdê nifşê Nû tenê 8 deng anîn.
Herwiha bo posta Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qhwecî ji pêkhateya Turkmen bi rîjeya 60 dengî bi destxist û firakisyona Nifşê Nû tenê 8 deng anîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin