Konsulê Giştî yê Fransayê xatir ji Mesrûr Barzanî xwest

Konsulê Giştî yê Fransayê xatir ji Mesrûr Barzanî xwest

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Tîrmehê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê Yann Braem kir ku bi boneya dawîhatina erkê xwe serdana xatirxwestinê kir.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Fransayê kir, ji bo rola wî ya di dema erkê wî de û xebatên wî yên ji bo xurtkirina têkiliyên dualî û dostaniya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê. Herwiha Serokwezîr hêviya serkeftinê di erkên wî yên pêşerojê de, ji Braem re xwest.

Konsulê Giştî yê Fransayê Yann Braem pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya xurt a saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman. Braem da zanîn ku piştgiriya saziyên hikûmetê di serkeftina karên konsulxaneya welatê wî de, xwedî roleke giring bûye.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî û Yann Braem nêrînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û guhertin û geşedanên herî dawî yên li navçeyê parve kirin.