57 Baroyan daxuyanî da: Bêdengkirina hunermendan, fetisandina civakê ye

57 Baroyan daxuyanî da: Bêdengkirina hunermendan, fetisandina civakê ye

PeyamaKurd-li ser qedexekirinên ku di vê pêvajoya dawîn de li ser konsert û çalakiyên bi Zimanê Kurdî û çalakiyên din ên hunerî, ji aliyê nûnerên 57 Baroyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ve daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li rayedarên Tirkiyeyê hat kirin ku dest ji vê helwesta cudakar û dijhiqûqî berdin.

Di daxuyaniya hevpar a Baroyan ku bi sernavê ‘Ji hunerê netirsin! Huner mirovan azad dike!’ de hat diyarkirin ku di navbera têgehên huner û azadiyê de girêdaneke rasterast heye û ew wekî parêzvanên mafên mirovan; vê helwesta qedexekirinê ya ku êdî bi awayê pergalkirî tê kirin, qebûl nakin. Bi berdewamî hat gotin ku ‘Em astengbûna li pêşiya huner û hunermendan,  bi tundî şermezar dikin.’

Bi berdewamî hat gotin ku; ‘Em vê pêkutiya ku li welatê me, li ser azadiya derbirênê tund dibe, bi gumandarî dişopînin. Hedefa nû ya pergalê bûye azadiya hunerê. Di mehên dawîn de li deverên cuda yên welêt konsert, şano û çalakiyên wekî festîvalê tên qedexekirin. Bi vê helwesta dijhiqûqî, van çalakiyên ku hemû amadekariyên wan tên temamkirin, tên betalkirin.  Di van qedexe û betalkirinan de tê dîtin ku li hember zimanê dayîkê, huner, jiyan, zayendî  û teşeya jiyanê, cudakarî tê kirin û tê dîtin ku ev biryar bi awayekî keyfî tên dayîn. Ev daxuyanî, xelkê sewqî rik û dijminahiyê dikin û dibin encam ku parêzgarî û şaredar li hember hunerê destwerdanê bikin. Bêdengkirina hunermendan, fetisandina civakê ye.”

Baroyên ku bin daxuyaniyê destnîşan kirine, ev in;

1-Baroya Edeneyê, 2 Baroya Semsûrê, 3 Baroya Agiriyê, 4 Baroya Aksarayê, 5 Baroya Enqereyê, 6 Baroya Antalyayê, 7 Baroya Erdexanê, 8 Baroya Artvînê, 9 Baroya Aydinê, 10 Baroya Balikesîrê, 11 Baroya Bartinê, 12 Baroya Êlihê, 13 Baroya Bîlecîkê, 14 Baroya Çewligê, 15 Baroya Bedlîsê, 16 Baroya Bolûyê, 17 Baroya Burdurê, 18 Baroya Bûrsayê, 19 Baroya Çanakkaleyê,  20 Baroya Çankiriyê, 21 Baroya Diyarbekirê, 22 Baroya Denizliyê, 23 Baroya Eskîşehîrê, 24 Baroya Dîlokê, 25 Baroya Gîresûnê, 26 Baroya Colemêrgê, 27 Baroya Hatayê, 28 Baroya Îdirê, 29 Baroya Ispartayê, 30 Baroya Stenbolê, 31 Baroya Îzmîrê, 32 Baroya Qersê, 33 Kastamonuyê, 34 Baroya Kirikkaleyê, 35 Baroya Kirklareliyê, 36 Baroya Kocaeliyê, 37 Baroya Manîsayê, 38 Baroya Mêrdînê, 39 Baroya Mêrsînê, 40 Baroya Muglayê, 41 Baroya Mûşê, 42 Baroya Newşehîrê, 43 Baroya Orduyê, 44 Baroya Trabzonê, 45 Baroya Dêrsimê, 46 Baroya Sakaryayê, 47 Baroya Samsûnê, 48 Baroya Sêrtê, 49 Baroya Sînopê, 50 Baroya Rihayê, 51 Baroya Şirnexê, 52 Baroya Tekîrdaxê, 53 Baroya Tokatê, 54 Baroya Uşakê, 55 Baroya Wanê, 56 Baroya Yalovayê, 57 Baroya Zonguldakê,

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin