PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ji aliyê Encûmena Nûneran a Amerîkayê ve ji kar dûrxistina wê hatiye xwestin, îro 21ê Çile bi awayekî fermî darizandina wî li ber dadgeha taybet a senatoya Amerîkî dest pê dike, lê Trump bixwe îro ne li Amerîka ye ku beşdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosa Swîsreyê dike.
Serokê Dadgeha Amerîkayê, John Roberts got: “Rûniştina Encûmena Pîran wek dadgeheke taybet bi lêpirsîna derbarê Serokê Amerîkayê de bo 21ê meha Çile, demjimêr yekê piştî nîvro hat paşxistin.”
Encûmena Nûneran a Amerîkayê ku piraniya kursiyên wê di destê Demokratan de ye, bi armanca dûrxistina Trump ji desthilatê ew lêpirsîn daye destpêkirin ku Trump bi bikaranîna xirab a deshilatiyê û guh nedana karûbarên kongresê tê tawanbar kirin.
Xalên dest ji kar kişandina Trump bo senatoyê hatine şandin ku li wê derê bi amadebûna Serokê Dadgeha Bilind a Amerîkayê, hemû senatoran sonda yasayî xwar daku bi awayekî dadperwerî ligel vê mijarê tevbigerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin