PeyamaKurd - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber rewşa xirab a hewayê û berfê 8 wesayît li hev ketin.
Hat diyarkirin ku qeza li ser rêya navçeyên Qoser û Nisêbînê li taxa Eymirli rû daye û 4 barhilgir, otobûsek û 3 otomobîlan li hev dane. Di encama qezayê de kesekî can da û 7 kesên din jî birîndar bûn.
Tîmên tendirustiyê û cendirme gihîştine cihê bûyerê û 7 kesên birîndar ji bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin