PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku ew encamên tedbîrên li dijî koronavîrusê distînin. Ew, di halê amadeyiyê ya bo 24 sietan de ne. Li hinek welatan ‘pêla duyem’ derketiye û ew ê li hemberê wê tedbîrên nû bistînin. Soylu weha got:
“40 mîlyon însanên me dernayên derve. Li bajarê mezin xelk li dûv fermana diçe. Li kenarên bajaran hinek tedbîr divên. Em nahêlin xelk li meydanên bajarên mezin, caddeyên mezin werin cem hev. Em wan belav dikin û ceza jî bo wan dibirin. Niha ne hewceye bo temamê xelkê em tedbîran deynin. 25 mîlyon di bin 20 saliyê de ne. 8 mîlyon di ser 65 salan de ne. Hinek ji xwe dernayên derve û tedbîrên xwe distînin. Eger em weha dewam bikin dibe ku pêdivî pê nemîne.
Soylu got ew doktor nîne lê agahî hene ku li hinek welatan pêla duyem destpkiriye û dibe li Tirkiyê tedbîrên din jî bên sitendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin