PeyamaKurd – Jîp a ku ji Iraqê li ser rêya navça Nisêbînê ya bi ser bajarê Mêrdînê di rêya xwe de diçû wergeriya, kesên di jîpê de bûn ji erebê pekiyan kenarê rê û 4 kesên tê de bûn birîndar bûn. 2 kes ji wan birîna wan xedare.
Li ser agahiyê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Her 4 kesên birîndar ji aliyê tîmên 112 an de birin nexweşxana dewletê ya Nisêbînê.
Navên birîndaran nehat ragihandin lê kesên ji Iraqê diçin bakûr û Tirkiyê piraniya wan Kurdên başûr in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin