Li Kazakistanê teqîn: 16 mirî

Li Kazakistanê teqîn: 16 mirî

PeyamaKurd – Di teqîna ku di kana Kostenko ya şîrketa ArcelorMittal Temirtau ya li herêma Karaganda ya Kazakistanê de pêk hat de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku ji 252 kesên di madenê de 205 kes hatin rizgarkirin û cesedê 16 karkerên madenê hatin dîtin.

Hat diyarkirin, xebatên lêgerîna 31 karkerên madenê yên winda berdewam dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Kazakistanê da hat diyarkirin, Serokomar Kasım Cömert Tokayev ji malbat û xizmên karkerên madenê yên mirine re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.

Hat ragihandin ku ji bo lêkolînkirina sedema qezayê komîsyoneke hikûmetê hatiye avakirin, hat ragihandin ku ji bo bidawîkirina hevkariya bi şîrketa ArcelorMittal Temirtau re, talîmat daye hikûmetê.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin