PeyamaKurd – Îro 2yemîn Pêşangeha Perwerde û Hînkirinê ya Rojhilata Navîn li Hewlêra paytext destpê dike.
Rêveberê Navenda Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê Hesen Samî di daxuyaniyekê de ji K24ê re diyar kiriye, 2yemîn Pêşangeha Perwerde û Fêrkirinê ya Rojhilata Navîn ku wê bi beşdariya 120 sazî û rêxistinan dest pê bike, ji bo dibistanên seretayî, peymangeh û zanîngehên ku di sektora giştî û taybet de kar dikin, tê lidarxistin.
Hasan Samî diyar kir ku ji 11 welatan zanîngeh jî dê beşdarî fûarê bibin û diyar kir ku armanca wê ew e ku di navbera navendan de derfetên fêrbûnê bên dayîn.
Her wiha amaje bi wê yekê jî kir, ku yekemîn Korbenda Perwerdeyê dê li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê di heman demê de were lidarxistin û bi mebesta wê yekê jî beşdariyê di pêşxistina sektora xwendinê de dike.
2yemîn Fuara Perwerde û Hînkirinê ya Rojhilata Navîn wê heta 27ê Tîrmehê berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin