PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê di çarçovcya biryarên bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê de qedexeya çûnûhatinê 10 rojên din hat dirêjkirin.
Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku qedexeya çûnûhatinê ya nav bajarên herêmê wê ji 02.05.2020 heta 11.05.2020 berdewam bike.
Li Rojavayê Kurdistanê herî dawî li taxeke bajarê Hesekê 2 haletên tûşbûna bi Covid-19 hatibûn tomarkirin ku jin û mêrek in.
Li ser vê yekê Desteya Tenduristiyê biryara tundkirina rêkarên bo pêşîgirtina belavbûna koronayê dabû ku îro jî Rêveberiya Xweser biryara 10 rojan dirêjkirina qedexeya çûnûhatinê di navbera bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê de wergirt.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin