PeyamaKurd – Birêvebirê DEDAŞê yê bajarê Mêrdînê Mehmet Bûlût ê di operasyona nelirêtiyê de hatibû girtin, milyonek û 700 hezar lîreyê tirkî wekî "zirara cemaweriyê" da û ji "Qanûna Poşmaniyê" ve hat berdan.
Di 28'ê Tîrmehê de li dijî Şaredariya Bajêr a Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, operasona "nelirêtî", "bertîl" û "xirabkirina îhaleyan" hatibû lidarxistin û di çarçoveya operasyonê de 8 kes hatibûn girtin. Lê kesên tên girtin yek bi yek tên berdan. Birêvebirê Bajêr ê DEDAŞ'ê Mehmet Bûlût, ji "Qanûna Poşmaniyê" û bi dayina milyonek û 700 hezar lîreyê tirkî wekî "zirara cemaweriyê" di 24'ê Îlonê de, ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê derket.
Herwiha Mehmet Bûlût, li navçeyên Mêrdînê bi hinceta "deynên ceryanê yên cotkaran heye" ceryana gelek gundan 75 rojan qut kiribû û piştî gundiyan gilî kiribû, di derbarê wî de îdianame hatibû amadekirin. Di îdianameyê de hatibû xwestin, ji 40 salî heta 100 salî ceza lê bê birîn. Bûlût wê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2'yan a Qoserê bê darizandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin