Gundewarên Zaxo ji aliyê artêsa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

Gundewarên Zaxo ji aliyê artêsa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

PeyamaKurd – Her du gundên Kaniya Tû û Keşan ku li sînorê qezaya Batîfayê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ne, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve îro hatin topbarankirin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, do êvarî topxaneyên artêşa Tirkiyê bi qasî saetekê gund topbaran kirine.

Çavkaniyan dan zanîn, çend guleyên topê kêmtir ji 500 metran ji gund û cihê niştecîbûna sivîlan ketine û tu zerarên canî çênebûne, lê ji ber topbaranê akinciyên gund gelek tirsiyane.

Herwiha çavkaniyekî destnîşan kir, piştî topbarankirina gundê Keşanê, artêşa Tirkiyê bi 20 gulleyên tope gundê Kaniyatû jî topbaran kir, lê tu zerarên canî çênebûne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin