PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, sala xwendinê ya 2020-2021an heta 4ê Cotmeha 2020an hat paşxistin.
Desteya Perwerde û Xwendinê ya Rojavayê Kurdistanê di derbarê sala xwendinê ya 2020-2021an de biryarnameyek derxist.
Li gor bîrnanemeya li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser, dê 4ê Cotmehê perwerde dest pê bike.
Di bîrnameyê de hat diyarkirin, di encama civîna wan a bi Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û ji bo parastina mamosteyên û xwendekaran ji vîrusa Koronayê, biryara paşxistina sala xwendinê hate dayîn.
Herwiha Desteya Perwerde û Xwendinê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê eşkere kir, ku peymangeh û navendên xalên bihêzkirina xwendekaran, heta 4ê Cotmeha 2020an bên girtin.
Ji bo sala nû ya xwendinê, biryar hatiye dayîn ku rêkarên pêwîst ji bo parastina xwendekaran ji vîrusa Koronayê bêne bicihkirin.
Biryar bû roja 1ê Îlonê proseya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê dest pê bike, û dibistina û mamosta xwe ji bo pêşwaziya xwendekaran xwe amade dikirin.
Hejmara xwendekaran li dibistanên Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, gihiştiye 203 hezar xwendekarî. Ji bo wan 20 hezar mamoste û 2 hezar û 225 dibistan hatine amadekirin.
Hikûmeta Sûriyê jî biryar da, ji roja 13ê Îlonê ve dest bi sala nû ya xwendinê bihê kirin.
Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê, ku ser bi Perwerdeya Hikûmeta Sûriyê ve ye, ragihand, 25ê Tebaxa 2020an dest bi dewama rêveberî û mamosteyan tê kirin, lê di 13ê Îlonê de xwendekar diçin dibistanên ser bi Perwerdeya Hikûmetê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin