Xanî û baxçeyên gundê Mêrgeresê ji ber topbarana artêsa Tirk disewitin

Xanî û baxçeyên gundê Mêrgeresê ji ber topbarana artêsa Tirk disewitin

PeyamaKurd – Topbarana artêşa Tirkiyê û şerê bi PKKê re di nav sînorên Herêma Kurdistanê de ev mehek çêbû berdewam dike.

Ji ber topbarana artêşa Tirkiyê ya şeva borî û îro danê sibê, bi ser zozanên gundê Mêrgereşê de, agir bi zevî, baxçe û xaniyên welatiyan ket û hîn jî agir nehatiye vemirandin.

Rêvebirê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihandiye, di encama şerê di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de, topxaneya Tirkiyê şeva borî û îro li demjimêr 10:00 sibê zozanên gundê Mêrgerş topbaran kir.

Îhsan Çelebî diyar kir, ziyanên canî nebûne, lê agir bi zevî, baxçe û malên gundiyan ketiye û ji ber rewşa navçeyê ya metirsîdar, kesek nikare hewla vemirandina agir bide.

Devera Biradost ji aliyê îdarî ve ser bi bajarokê Sîdekanê ve ye û li sînorê qezaya Soranê ye, 264 gundê wê hene û ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, 118 gund nehatine avedankirin û metirsî li ser valabûna 20 gundên din jî heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin