Îro 31mîn salvegera Komkujîya Helebcê ye!

Îro 31mîn salvegera Komkujîya Helebcê ye!

PeyamaKurd - Îro 31 sal di ser kîmyabarana Helebceyê ra derbas dibe. Di rojeke weke îro da (16.03.1988) rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebçeyê kîmyabaran kir û zêdetirî 5 hezar welatîyên wî bajarî şehîd bûn û zêdetirî 20 hezar kesan jî birîndar bûn.

Piştî ew qas salan jî hîna çêrokên tirajedîk ên Helebce û şûna kîmyabaranê li ser bedena xelkê û xwezaya bajêr mane, heta niha jî hemû zarokên windayî nehatine dîtin û gelek dayikên Helebcê li benda kurên xwe ne û birîndar jî li benda dermankirinê ne.

Piştî 31 salan ji kîmyabarana Helebce, ta niha gelek birîndar nehatine dermankirin û îsal nexweşxaneyeke taybet ji bo birîndarên kîmyabarana Helebce hat vekirin.

Niha Helebce çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê ye, piştî ku Serok Mesûd Barzanî dema Serokê Herêma Kurdistanê bû daxwaz ji Serokatiya Encûmena Wezîrên Kurdistanê kir Helebce bike bi parêzgeh, roja 13.3.2014an Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara parêzgehbûna Helebce îmze kir û di civîneke rojnamevanî da gotibû: “Di nava nexşeya Herêma Kurdistanê de Helebce bû çarem parêzgeha Herêma Kurdistanê.”

Çîrokên diltezîn ên Helebce bidawî nabin û her welatiyekî wî bajarî xwedî çêrokeke cuda ye.

Hat dîyarkirin ku, îro bi boneya 31 saliya kîmyabarana Helebce, di serî da li Helebce û çendîn deverên din çalakîyên bibîranîn werin lidarxistin. 

Helbestkarê mezin Şêrko Bêkes wiha li ser Helbeceya şehîd nivîsandîye:

16ê mehê bû

Ku Şarezûr qelema min wergirt

Dema vegerand ku ez binivîsim

Wek Helepçe hişk bûbûn tiliyên min…

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin