PeyamaKurd – Yek ji endamê şandeya danûstankar a hikûmeta herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Iraqê Bextiyar Mela Hemed ragihand ku, piştî du rojên din dê encamên guftûgoyên ligel aliyê Iraqê ji raya giştî re eşkere bikin.
Bextiyar Mela Hemed ji BasNewsê re daye xuyakirin ku îro 30yê Nîsanê civînên ligel wezîrê neft, wezîrê darayî, plandanan û emîndarê giştî yê encûmena wezîrên Iraqê dê pêk bên û lihevtêgihîştineke baş heye li ser prensîban û ragihand, “Piştî du rojên din wê encamên guftûgoyan ji raya giştî ya herêma Kurdistanê re eşkere bikin.”
Bextiyar Mela Hemed diyar kir, “Niyeta rêkeftinê heye û her çend rewşa Iraqê xirabe jî wê vê mehê mûçeyê fermanberan bidin, lê dibe meha bê destkarî di mûçeyên fermanberan de bikin. Me her du aliyan pêwîstiya me bi hev heye, ji ber wê jî civîn berdewam dikin.”
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistan ya bi serokatiya cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî ev du roj in li Bexdayê gelek hevdîtin derbarê biryarên neyasayî yên encûmena wezîrên Iraqê yên qutkirina mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê de pêk anîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin