Di teqîna Tehranê de herî kêm 19 kes mirin

Di teqîna Tehranê de herî kêm 19 kes mirin

PeyamaKurd- Ajansa nîv-fermî ya Îranê ISNA ragihand ku li Tehranê di klînîkekî de teqîn çêbûye û di encamê de herî kêm 19 kes mirine. Rêxistina Tenduristiyê ya Lezgîn ya Tehranê bi nivîskî peyamekî da û got ku siet di 20: 56 an de li Navenda Tenduristiyê ya bi navê Sîna At’harê, di encama teqînê de şewat derketiye. Tîmên tenduristiyê yekser bo ciyê bûyerê hatine şandin.

Di beyana Navendê de hat ragihandin ku 13 kes mirine û 6 birîndaran jî şandine nexweşxaneyên cuda.

Berdevkê rêxistina îtfaiyê yê Tehranê Celal Malekî bo ajansê ragihandiye ku piştî agir hatiye vemirandin, cenazeyên 6 kesên din jî dîtine. Bi 6 kesan re jimara miriyan gihaye 19 kesan.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihandiye ku kesên mirine 15 kes ji wan jin in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin