PeyamaKurd – Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li ser danûstandinên yekhelwestiyê yên bi PYDê re ragihand, armancan ew e, bi PYDê re bigihin rêkeftinekê ku bikeve berjewendiya doza Kurdî û doza Sûriyê.
Emîndariya Giştî ya ENKSê li ser daxuyaniya hin kesayet û aliyên Sûriyê ya 7ê Hezîranê ku gotibûn ‘ew rêkeftinên Kurdî – Kurdî û encamên wê red dikin’, daxuyaniyek belav kir.
ENKSê wê daxuyaniyê wekî nîşana nijadperestî û dijayetiya ji Kurdan bi nav dike û dibêje: “ENKSê ji destpêka şoreşa Sûrî ve barê niştimanî wek barê doza netewî û berevaniya di ber gelê Kurd û mafên wî de hilgirtiye. Herwiha ji destpêkê ve jî di nava opozîsyona Sûriyê de û li kêleka gelê Sûriyê ye, yê li dijî stem û zordariya û ji bo bidestxistina mafên xwe serî hildayê. ENKSê dibîne ku çareseriya siyasî li gor pêvajoya Cenêvê û biryarên navdewletî ye, ji bo bicihkirina daxwaza gelê Sûrî ya avakirina dewleteke firehnetewî û hevgirtî.”
ENKS destnîşan kir, “Ew razî bûne bi PYDê re bikevin diyalogê, ji bo bigihin rêkeftineke Kurdî – Kurdî. Herwiha ji hemûyan re jî tekez dikin, ENKS rêkeftina dixwaze bigihîne wê, divê bikeve xizmeta doza Kurdî û doza Sûrî û derî jî li pêş hemû pêkhateyên din wek Ereb, Siryan, Aşûrî, Tirkmen û yên din veke, ta di xizmetkirina gelên navçeyê û parastina wan de bevbeş û hevpar bin û bibe hokarê armanî û dilniyabûnê ji hemû aliyan û welatên cîran re û herwiha hevkariya opozîsyona Sûriyê bike û piştevaniyê ji çareseriya siyasî re bike.”
ENKS di daxuyaniya xwe de wiha pê de çû: “Kesên nikarin xwe ji nexweşiyên berê rizgar bikin û pêdagiriyê li sîstema navendî û giştîgîriyê dikin, karesat ji welat û gel re anîne. Ew kes jî nikarin ne xeta ENKSê û ne rola Kurdan a niştimanî ji destpêka damezirandina dewleta Sûrî ve û heta niha bipişivînin. Herwiha nikarin wêneya opozîsyona Sûrî ya niştimanî ya xebatê ji bo bidawîanîna çewisandinê û avakirina Sûriyayeke demokratîk dike, bi awayekî ku hemû gelên wê di aramî û tevayiyê de bijîn û hemû mafên xwe yên netewî û mirovî werbigirin jî, têk bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin