Nadiyayê xwe bi zor bi Trump da fêhmkirin û pistre jî...

Nadiyayê xwe bi zor bi Trump da fêhmkirin û pistre jî...

PeyamaKurd – Nadya Mûrad a Kurda Êzidî ku Xelata Nobel a Aştiyê standiye, li cem Serokê Amerîkayê Donald Trump, giliyê Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û daxwaz jê kir, ligel herdu aliyan biaxive daku weke ew dibêje, Êzidî bikarin vegerin warê xwe. 

Donald Trump li ofîsa xwe ya Washingtonê, pêşwazî li qurbaniyên destê grûpên çekdar kir û keça Kurda Êzidî û Wergira Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Murad jî li wê derê amade bû. 

Nadiya Mûradê dubare behsa sêrpêhatiya xwe û têkoşîna xwe ya li hemberî tawanên DAIŞê kir, lê Trump ji ber nezanî û bêagahiya xwe ji Nadiya re heman pirsa, ‘Te ji bo çi xelata Nobelê wergirtiye?’ dubare pirs kir.

Li ser vê jî Nadiya Muradê bi qasî çend xulekan serpêhatiya xwe ji Trump re vegot û bal kişand ser rewşa êzidiyên ku hîn ji destê DAIŞê nehatine rizgarkirin û awareyên Kurdên êzidî ku nikarin vegerin warên xwe.

Nadiya Murad herwiha giliyê Herêma Kurdistanê û Iraqê li Trump kir û got: “Rewşa me tenê ne DAIŞê e, jiyana me di metirsiyê de ye û xelkên me nikarin vegerin ser warê xwe. Niha DAIŞ nemaye, lê belê em nikarin vegerin, çimku hikûmeta Kurdî û hikûmeta Iraqê, li ser wê yekê ku kî kontrola navçeya me bike, li dijî hev şer dikin.” 

Nadiya Murad ji Trump re behsa xirabiya rewşa Kurdên Êzidî kir û spasiya wî kir, ku ew civîn ji kesên tepeserkirî yên bi destê grûpên çekdar re saz kiriye. 

Di hevdîtinê de Trump jî soz da Nadiya Muradê ku ew dê rewşa êzidiyan di ber çavan re derbas bike. 

Nadiya Murad di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em piştevaniyeke mezin ji Serokê Fransayê, Macron werdigrin. Fişareke mezin li hikûmeta Iraqê û Kurdistanê dike, daku alîkariya kêmîneyan bide, daku Êzidî li warê xwe bimînin, lê belê hêj em koç dikin, daku cihekî aram bo jiyanê peyda bikin. Hêvîdarim ku bikarî telefonê yan tiştekê bo Hikûmeta Kurdistanê û Iraqê bikî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin