Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê di derbarê nexwesxaneyan daxuyanî da

Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê di derbarê nexwesxaneyan daxuyanî da

PeyamaKurd - Di derbarê nexweşên dixwazin herin nexweşxaneyan de, Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê welatî agahdar kir û got, ‘‘Nexweşxaneya Firyadê ya Rojava, niha taybetî ji bo nexweşên Koronayê re hatiye veqetandin, welatî dikarin li şûna wê, herin nexweşxaneya Emergensy.

Li gor Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihand, welatiyên bajarê Hewlêr û derdora wê agahdar dikin, ji ber ku nexweşxaneya Firyadê ya Rojava niha taybetî ji bo nexweşên Koronayê re hatiye veqetandin, ji ber wê nexweşên pêwîstiya wan bi beşên (şewat, neştergeriya mejî û damaran, beşê şikandinê, beşê ciwankariyê) heye, divê serdana nexweşxaneya Emergensy a li ser riya 60 metrî li hember Wezareta Plandananê bikin.

Di demen dawî de hejmara pêketiyên Koronayê, li Parêzgeha Hewlêrê zêde dibe û heta niha 14 hezar û 468 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, 560 kesan can dane.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin