PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvîneke xwe ya taybet de bi kanala CNNê re, derbarê guhertina rejîmê ya li Îranê û destnîşankirina rêberekî nû de daxuyaniyên balkêş dan.
Trump bi bîr xist ku piştî kuştina Ayetullah Elî Xamineyî û gelek rayedarên payebilind ên Îranê di êrîşên 28ê Sibatê de, pêvajoyeke nû dest pê kiriye.
Trump bi şêwazekî zelal diyar kir ku ew dikare di pêvajoya hilbijartina rêberê nû yê olî de bandorê bike û mînaka Venezûelayê wekî modela serkeftî ya "veguhertina desthilatê" nîşan da.
Trump di daxuyaniya xwe de tekez kir ku wî "tu pirsgirêk bi rêberên olî re nîne" û diyar kir ku ew dikare li gel her kesê ku "bi Amerîka û Îsraîlê re baş tevbigere" bixebite.
Li gorî Trump, pêwîstiya Îranê bi rêberekî heye ku bi welatên herêmê re, yên ku wî wekî "şirîkên Amerîkayê" pênase kirin, têkiliyên aştiyane deyîne.