PeyamaKurd- Artêşa Tirkiyê ragihand ku Tirkiye û desthilatên leşkerî yên Amerîkayê li ser bicîhkirina Plana Munbicê li hev kirine.
Li gor ragihandina serokerkaniya Tirkiyê; berê li ser nexşerêya Munbicê, her dû alî li hev kiribûn. Li gor prensîbên ewlehî yên Munbicê, bi tevlibûna desthilatên leşkerî yên Tirkiyê û Amerîkayê; her dû alî li baregeha fermandariya Amerîka ya Awrûpayê ku li bajarê Stuttgartê ye, di 13-14ê hezîranê de civînek kirin.
Her dû alî, di mijara ewlehiya Munbicê de lihev kirin û bo hevdîtinên pêş, her dû alî pêşniyarên xwe ragihandin desthilatên asta bilindtir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin