PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser teqîna ceribandina motorên fuzeyê li herêma Arhangelsk a Rûsyayê ku teqîn çêbûbû û serneketibû nirxandinek kir.
Trump li ser hesabê xwe yê twitterê li ser mijarê got, “Amerîka ji teqîna fuzeyê ya li Rûsyayê gelek tiştan fêr dibe. Li cem jî heye, lê em xwedî teknolojiyeke pêşketîtir in. Teqîna Rus Skyfallê (Koda fuzeyên cruz ên NATOyê li Burevestnik) ne tenê xelkên derdorê yên li dûr jî xist metirsiyê. Ev ne tiştekî baş e.”
Di teqîna ceribandina motorên fuzeyan a li bajarê Severodvinsk ê Rûsyayê de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin