Rûsya: Kontrolkirina Xan Sêxûnê serkeftina dijî terorê ya artêsa Sûriyê ye

Rûsya: Kontrolkirina Xan Sêxûnê serkeftina dijî terorê ya artêsa Sûriyê ye

PeyamaKurd – Rûsya ku hevpeymana rejîma Beşar Esed a Sûriyê ye û di şerê Idlibê de hevkariyê dide artêşa Sûriyê, kontrolkirina bajaroka Xan Şêxûnê ji aliyê artêşa Sûriyê ve pîroz kir û kêfxweşiya xwe diyar kir.

Berdevkê Kremlînê Dimtiry Peskov ragihandiye ku ew bi kontrolkirina Xan Şêxûnê ji aliyê artêşa Sûriyê ve kêfxweş bûne û vê wekî serkeftineke dijî terorê dibînin.

Peskov got: "Helbet serkeftinên li ser van cure gruban bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Di serî de hatibû gotin ku dê têkoşîn li dijî terorîstan û komên terorîstî berdewam be."

Peskov herwiha da xuyakirin ku dibe di rojên pêş de di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, pêwendiyeke telefonî pêk were.

Xan Şêxûn bajarokeke stratejîk e ji bo ku artêşa Sûriyê ku karibe bi ser Idlibê de êrîşên xwe bidomîne. Tevî rêkefina Soçiyê jî rejîma Sûriyê bi hevkariya Rûsyayê ji bo kontrolkirina tevahiya parêzgeha Idlibê ku piraniya wê deverê di destê hêzên HTŞê de êrîşên xwe bênavber berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin