Jinek li ber çavê zaroka xwe bi destê mêrê berê hat kustin, Tirkiye rabû ser piya

Jinek li ber çavê zaroka xwe bi destê mêrê berê hat kustin, Tirkiye rabû ser piya

PeyamaKurd - Li Kirikkaleyê di 18ê tebaxê de jina bi navê Emîne Bulut ji aliyê mêrê xwe yê bêre Fedaî Baran ve li ber çavê keça xwe bi kêran hat kuştin. Piştî ku dîmenên piştî kêrkirina Bulut li ser medya civakî belav bûn, sazî û rêxistinên jinan û raya giştî bertekên tund nîşan dan û li ser medya civakî li dijî tundiya mêran kampanya dan destpêkirin.

Emîne Bûlut bi mêrê xwe yê 4 sal berê berdaye Fedaî Bulut re tevî zarokên xwe li kafeyekê hatine ba hev û Fedaî Baran piştî nîqaşên bi jina xwe ya berê re ew daye ber keran li ber çavê zarokên xwe.

Emîne Bulut ku bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û Fedaî Baran jî piştî bûyerê hat binçavkirin û girtin.

Piştî ku dîmenên kuştina Emîne Bulut hatin belavkirin bi gotinên keça wê 'Dayê nemire' û gotinên dema Bulut birîndar e gotiye, "Naxwazim bimirim'  li ser medya civakî belav bûn, bertekên tund hatin nîşandan û ev mijar bi carekê bû rojeva serek li Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin