Kurdên Şamê bi coşî Newroz pîroz kirin

Kurdên Şamê bi coşî Newroz pîroz kirin

PeyamaKurd - Pîrozbahiyên Cejna Newrozê li seranserê Kurdistanê û dîyasporeyê berdewam dikin. Kurdên li paytexa Sûriye Şamê dijîn jî bi meşaleyan agirê Newrozê li Qada Şehîdan a taxa Zorava pêxistin û şahî li dar xistin.

Li qada Şehîdan a Şamê Kurdên bajêr li hev kom bûn û ciwanan meşaleyên Newrozê hildan, stran û govend gerandin.

Herwiha li dika Dar Opera ya Şamê jî Koma Aştî ya Folklorê bi ser navê "Newroz...reseniya çîrokê" hunerek pêşkêş kir.