Kurdistan dixwaze deriyên xwe yên li ser sînorê Îranê derxe 8an

Kurdistan dixwaze deriyên xwe yên li ser sînorê Îranê derxe 8an

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî got dixwazin ku 5 cihên derbasbûnê yên nefermî yên li ser sînorê Îranê jî bikin fermî û deriyên li sînor ji 3yan derxînin 8an.

Barzanî beşdarî konferansa bi mijara "Pêşxistina têkiliyên bazirganî yên di navbera Kurdistan û Îranê de" ya ku li Hewlêrê hat lidarxistin bû û got ku "Di navbera wan û Îranê de gelek tiştên hevpar hene û hewcehî bêtir bi piştevaniya dualî û arîkariyê heye."

Barzanî got ku "Mezinahiya bazirganiya salane ya di navbera Iraq û Îranê de nêzî 6 milyar dolarî ye û ji sedî 25ê vê bi Kurdistabê re tê kirin" û wiha axivî: "Kurdistan ji sedî 68ê îtxalata wesayîtan ji ser sînorên Îranê ra dike. Di heman demê de 359 şirketên Îranê li HKIyê fealiyetê dikin. Digel vê li herêmê 135 fabrîqe û îmalatxaneyên Îranê hene."

- "Em dixwazin ku herêma bazirganiyê ya serbest ava bikin"

Barzanî got ji bo ku têkiliyên bazirganî yên di navbera her du welatan de pêş bikevin û xurt bibin projeyên wan ên cuda hene û wiha axivî:

"Em dixwazin ku li Deriyê Sînor ê Perwêzxanê herêma bazirganiyê ya serbest ava bikin. Hikûmeta me ji bo vê pêngavên hewce yên berbiçav avêtin û cî jî hatiye veqetan. Lê belê divê hikûmeta navendî ya Iraqê jî pêngavên hewce biavêje."

Barzanî bi bîr xist ku di navbera Îran û Kurdistanê de niha 3 deriyên sînor hene û ev gotin: "Lê belê 5 cihên derbasbûnê hene ku heviya fermîkirinê ne. Ji bo ku cihên navborî biguhêzin deriyên gumrikê hewldan didomin."

- Kurdistan ji bo Îranê navendeke bazirganiyê ya girîng e

Ji aliyê din ve Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê yê Îranê Mihemed Şerîatmedarî jî di axaftina xwe ya di konferansê de got ku Kurdistan jibo welatê wî navendeke bazirganiyê ya girîng e.

Şerîatmedarî qal kir ku têkiliyên siyasî yên Îranê yên bi Iraq û Kurdistan re di asteke baş de ne lê belê alî bi ser neketin ku têkiliyên bazirganiyê yên stratejîk derxînin asta ku tê xwestin. Şerîatmedarî got ku "Ji bo ku ev pêşketina di navbera Îran, Iraq û Kurdistan de pêk bê pêngava ewil a ku divê bê avêtin divê ji bo pergala bazirganiya serbest be."

Digel Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê yê Îranê Şerîatmedarî, Wezîrê Endustrî û Çavkaniyên Madenî Mihemed Şeyah el-Sûdanî yê Iraqê, Arîkarê Serokwezîrê  Qubad Talabanî û karsazên Îranî yên ku li Kurdistanê fealiyetên xwe yên bazirganiyê didomînin jî li konferansê amade bûn.

Konferansa tê payîn ku sibê jî li Hewlêrê dewam bike dê bi îmzekirina zepta pêşmutebeqata ku dê ji bo avakirina herêma bazirganiyê ya serbest a di navbera Kurdistan û Îranê de xilas bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin