PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di civîna online a taybet bo alîkariya ji bo Lubnanê de banga alîkariya lezgîn li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
Macron got: “Divê civaka navdewletî demildest alîkariyê li gelê Lubnanê bike. Divê civaka navdewletî ji bo alîkariyê hevkariyê bi NY re bike.”
Macron bal kişand ser ku pereyên îro hatine komkirin divê destpêkek be, herwiha divê desthilatên lubnanî jî li ser çareseriyên siyasî û aborî bixebitin.
Emmanuel Macron piştrast kir, wê alîkarî bi çavdêriya NY bi awayekî lez bên pêşkêşkirin, herwiha divê yekser ji kesên pêdiviyên wan pê heye re bên şandin.
Macron herwiha bibîr xist, Serokomarê Lubnanê Mişel Ewn dizane ku pêdivî bi têkbirina gendeliyê heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin