PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 10ê Nîsanê car din balafirên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna binkeyên PKKê gundewarên devera Amedîyê bombardiman kirin.
Li gor medya tirkî û ragihandina artêşa Tirkiyê binkeyên PKKê bûne armanc û hatine ruxandin.
Lê belê rayedarên herêmê diyar dikin ku bax û bostanên gundiyan ketine ber êrîşa bombardimanê û hîn jî ziyanên çêbûne nehatine tesbîtkirin.
‘GUND BI DIJWARÎ HATIN BOMBE KIRIN’
Berpirsê ragihandina rêveberiya nehiya Dêrelokê ya ser bi bajaroka Amediyê Mehmûd Nihêlî êrîşa doh piştrast kir û ev agahî dan:
“Duh 10.04.2019ê ji ber bahaneya hebûna binkeyên PKKê, balefirên şer ên artêşa Tirkiyê bi dijwarî gundên Sarkê û Ridênê yên devera Bergare ya sînorê qeza Amêdiyê bombebaran kirin û heta naha wek tê xwestin ziyanên wê bombebaranê nehatine zanîn.’’
‘XELK DITIRSA BIÇE NAV BAX Û BOSTANÊN XWE’
Li gor nûçeya BasNewsê Nihêlî destnîşan kir ku li sînorê her du gundên hatine bombebarankirin bax û bostanên xelkê gund hene û werzê biharê ye û xelk li wan gundan neçar in qesta gundê xwe bikin û bax û bostanên xwe biçînin.
Nihêlî diyar kir ku ji ber tirsa bombebaranê û parastina giyana xwe hatin û çûn metirsîdar e û xelk ditirse û wekî pêwîst nikare serdana gundên xwe bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin