PeyamaKurd – Di derbarê rewşa dawî ya Efrînê, Berdevkê Saziya Mafên Mirova ya Efrînê Îbrahîm Şêxo axivî û got: “Berî dagirkeriyê, hejmara kesên Kurd li Efrînê ji sedî 95 bû, niha kêmtirî %25 mane.”
Şêxo ji bajarê Qamişlo ji K24 re ragihand: “Efrîn piştî hat dagirkirin di 2018an de ji hêla dewleta Tirkiyê û hêzên çekdarên tundrew ve, di hundirê Efrînê de mafên mirovan hemû hatine binpêkirin, ji kuştin, ji lêdan, ji revandin, ji girtina jinan, tecawuzên cinsî, ji birîna daran, ji hemû tiştên destê wan ket, ji kevir û însan û dar.”
Li ser pirsa, "Gelo amar hene ku çend hêzên dagirker li Efrînê bi cih bûne û çend Kurd ji welatê xwe hatine derxistin û li şûna wan xelkê din hatine bicihkirin?" Îbrahîm Şêxo diyar kir: “Hêzên çekdar di hundirê Efrînê de bi cih bûne piştî dagirkeriya Efrînê, zêdetirî 50 komên çekdar ên girêdayî Îtilafa Sûrî bi rêya dewleta Tirkiyê di hundirê Efrînê de kar dikin û li hemû deverên Efrînê belav bûne.”
Amarên guhertina demografiyê jî destnîşan kir û got: “Ji hemû hêlan ve guhertin çêbûne û hîn jî berdewam e, navên gundan jî tên guhertin, navên qadan, navên dibistanan, ala dewleta Tirkiyê, wêneyên serokê Tirkiyê Recep Erdogan li hundirê Efrînê tên rakirin, bêtirî 300 hezar kes ji hundirê Efrînê koçber bûne. Berî dagirkeriyê, hejmara kesên Kurd li Efrînê ji sedî 95-96 bû, niha kêmtirî %25 mane. Hejmara wan bêtirî 300 hezar Erebên ji deverên Sûriyê hatin di hundirê Efrînê de bi cih kirin.”
Îbrahîm Şêxo da zanîn: “Navên gundên Kurdan li Efrînê hatin guhertin û navên Tirkî hatin danîn.”
Şêxo diyar kir, Efrîn piştî hat dagirkirin, ji aliyê komên çekdar ve dadgeh jî hat damezrandin, lê ew dadgeh ne qanûnî ne, ji ber ku di bin siya dagirkeriyê de hatine damezrandin.
Îbrahîm Şêxo li ser rewşa xelkê Efrînê ku bi zorê hatin derkirin da zanîn: “Rewşa wan piştî koçber bûn ji hundirê Efrînê bi darê zorê derketin, li herêma Şehbayê di nav 5 kampan de bi cih dibin û li Helebê li taxa Şêx Meqsûd bi cih dibin, lê zehmetiyeke mezin, zehmetiyeke jiyanî rojane derbas dikin. Ji bo rewşa tendirustî, rewşên aborî, rewşên debarê yên rojane, her tişt ji wan re lazim e.”
Herî dawî Îbrahîm Şêxo diyar kir, ti rêxistinên mirovî derbasî herêma Şehbayê nabin, bêtir Heyva Sor a Sûriyê bi şiyana xwe ya gelek biçûk li wir e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin