PeyamaKurd- Revebirê nahiya Sîdekan ya başûrê Kurdistanê Îhsan Çelebî bo Rûdawê ragihandiye ku balafirên Tirkiyê li derveyê nahiyê, li dora siet 6.30 yê piştî nîvro li erebeyeka PKKê dane û di encamê de tê de du kes ji wan jiyana xwe dane.
Li gor ragihandina Çelebî balafir ereba tîpa jîpê xistine hedefa xwe û piştî lêdanê du PKK yî jiyana xwe ji dest dane. Li wan gundan têlên elektrîkê zerar dîne û niha nikarin elektrîkê bidin gundên bi navên Kolît, Deraw, Berkme û Julyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin