PeyamaKurd – Pêşniyara planeke ku rê dide prosesa lezkirî ya erêkirina paketa alîkariyê ya $1.9 trîlyon dolarî, ji aliyê Civata Senatoran a Amerîka ve, hat pejirandin.
Ji ber ku di Civata Senatoran de her du partî xwediyê 50 dengan in, bi dengê Cîgira Serokê Amerîka, ev plana paketa alîkariya li dijî Korona hat pejirandin.
Xanim Harris, piştî bû Cîgira Serok, cara yekem e ku di rewşeke wiha de dengê xwe da û dawî li wekheviya dengan ya 50-50 anî.
Piştî plana alîkariya tengavî hate pejirandin ji Civata Nûneran re hate şandin û li ber e ku ew jî vê plane erê bike û dû re jimareke komîyetên kongresê wê li ser vê bixebitin.
Serokê Piraniya Demokrat yê Civata Senatoran Chuck Schumer, derbaskirina planê wek gava yekem a anîna ser rêka rizgarkirna Amerîka bi nav kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin