Trump: "Ez naxwazim 10 mîlyon însan bikujim"

Trump: "Ez naxwazim 10 mîlyon însan bikujim"

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku ew xwediyê wê hêzêne ku di nava yek hefteyekî de şerê Afxanistanê bidin rawestandin lê naxwaze ku 10 mîlyon însan bikuje. Trump serokê Pakistanê Îmran Xan di baregeha xwe ya Owalê de qebûl kir û behsa şerê li Afxanistanê kir. Trump got ku ew naxwaze bi Afxanistanê re şer bike û dixwaze bi alîkariya Pakistanê û welatên din, bi rêya aştiyê mijarê çareser bike. Trump weha got:

“Min karibû di hefteyekî de şer biqedînim. Naxwazim 10 mîlyon însan bikujim. Dibû ku Afxanistan ji ser rûyê erdê rabûya. Lê ez naxwazim bi wê riyêmijarê çareser bikim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin