Li Riha û Semsûrê 8 avahî û firneyek hatin karantînakirin

Li Riha û Semsûrê 8 avahî û firneyek hatin karantînakirin

PeyamaKurd - Li bajarên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê 8 avahî û firneyek hatin karantînekirin.

Walîtiya Semsûrê ragihand, li Taxa Karapinarê, Komalgeha Girik Kûmeyê hejmarek welatî bi koronayê ketine û ji ber vê sedemê avahiya wan ji bo 14 rojan hatiye karantînekirin.

Ji aliyê din ve li bajarokên Xelîliye, Eyûbiye û Sêweregê li parêzgeha Rihayê, encama pişkinîna hejmarek welatiyan pozîtîv derketine û  li van bajarokan 7 avahî û firneyek jî hatine karantînekirin.

Herwiha li parêzgeha Wanê jî encama pişkinîna 12 kesên ku li şînekê hatibûn ba hev pozîtîv derket.

Di derbarê mijarê de Walîtiya Wanê ragihand; li Taxa Emînpaşayê ya bajarokê Artemêtê, şînek hatiye danîn û encama pişkîna 12 kesên ku di wê şînê de hatine ba hev pozîtîv derketiye. Hefteya borî jî dîsa li Wanê danîna şînekê bûbû sedema tûşbûna 101 welatiyan.

Ji aliyê din ve li Gundê Zîlan ê girêdayî navçeya Hezoya Batmanê ji ber tomarkirina haletên tûşbûna koronayê gund xistin qarantînayê ango bin çavdêriyê.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin