PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî gaziya qaymeqamê Mûsilê ya bihewarçûna mexdûrên baran û lehiyê pêşwazî kir û ferman da ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hewara Mûsilê ve biçe.
Malpera fermî ya Barzanî li ser gaziya qeymeqamê bajarê Mûsilê Zuhêr Eirecî ya alîkariyê ragihand ku Serok Barzanî ferman daye Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya mexdûrên lehiyê yên li Mûsilê bike.
Berpirsê ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yê li Mûsilê Rizgar Ubêd jî got, bi fermana Serok Barzanî ew dê di nav 24 saetan de karwaneke mezin a alîkariyê bigihînin mexdûrên lehiyê yên li Mûsilê û du kampên koçberan ên li kêleka bajêr in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin