PeyamaKurd - Koreya Bakur ku heta niha red dikir vîrusa korona li welatê wan heye, cara yekem ragihand ku kesek bi koronayê ketiye ku ew kes jî bi awayekî neyasayî ji Koreya Başûr hatiye.
Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, li ser rewşa tenduristî civîneke bilez bi serkirdeyên welatê re xwe saz kir û got, “Rewş gelek metirsîdar e û wiha dixuyê ku korona hatiye nav welatê me.”
Kim Jong Un fermana rewşa awarte û girtina bajarê Kaesong ê ser sînorê Koreya Başûr da ku kesê bi koronayê ketiye jî li wî bajarî hatiye karantînekirin.
Li gorî zanyariyan ew kesê bi koronayê ketiye 3 sal berê çûye Koreya Başûr û 19ê vê mehê jî bi awayekî neyasayî vegeriyaye welatê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin