Lavrov ji Mesrûr Barzanî re nameya pîrozbahiyê sand

Lavrov ji Mesrûr Barzanî re nameya pîrozbahiyê sand

PeyamaKurd - Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Maksîm Maksimov serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û nameya pîrozbahiya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gihand serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê.

Lavrov di nameyê de hêviya serkeftinê bo kabîneya nû xwest û daxwaza bihêzkirina pêwendiyên navbera Rûsyayê Herêma Kurdistanê kir.

Balyozê Rûsî herwiha amadebûna Rûsyayê bo berhemanîn û razandina sermayeyê li herêma Kurdistanê anî ziman.

Serokwezîr Barzanî spasiya Wezîrê Derve yê Rûsyayê kir û kêfxweşiya xwe li hember amadebûna Rûsyayê bo berhemanîna zêdetir li herêma Kurdistanê nîşan da.

Mesrûr Barzanî hemû cure aboriya herêma Kurdistanê, bi taybet jî nirx dayîna bi pîşesazî, kiştûkal û geştûguzarê bi giringî pênase kir û got, êdî aboriya herêma Kurdistanê bi ti awayekî pişta xwe bi tenê yek dahatekî ve girênade.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin