Peyama Kurd - Navenda Lêkolînên Kurd ragihand ku di platformên medyaya civakî de ya ku Kurd bêtir bikar tînin ‘Instagram’ e.
Navendê lêkolîna ku bi mebesta pîvana bikaranîna platformên torên înternetê yên medyaya civakî pêk anî, encamên wê ji raya giştî re parve kir.
Li gor vê lêkolîna ku li bakurê Kurdistan û Tirkîyeyê hatiye kirin, Kurd bêtir ‘Instagram’ê bikar tînin lê belê Tirk, bêtir platforma bu berê navê wê ‘Twitter’ bû paşê navê xwe guhert kir ‘X’ê bikar tîninbikaranîna Kurdan a medyaya civakî pîva. Li gorî lêkolînê, bijardeya yekem a tirkan Twitter (X) xuya dike û bijareya yekem a kurdan jî Instagram e.
Li gorî vê lêkolînê bikaranîna ‘X’ê ango ‘Twitter’ê ya di nav Kurdan de ji sedî 35 e, lê belê ev rêje di ‘Instagram’ê de digihîje ji sedî 76.
Di van salên dawî de ji aliyê Kurdan ve bikaranîna ‘TikTok’ê jî zêde bûye. Bikaranîna T’ikTok’ê ku berê ji sedî 10-15 bû, îro gihîştîye ji sedî 25an.
Di lêpirsîna hunermendên ku herî zêde têne hezkirin de jî Kurd li ser mûzîkjenên Kurd ên bijarte di pêşbirkê de ne. Beşdarên lêkolînê herî zêde, bi rêzê ji hunermendên Kurd Ahmet Kaya, Şivan Perwer û Ciwan Haco hez dikin.
Di beşa hunermendên ku herî pir têne guhdarîkirin de Aynur Dogan û Mem Ararat di nav hunermendên ciwan ên nifşê nû de hunermendên ku van salên dawî bandora wan zêde bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin