PeyamaKurd- Parlementera berê ya PDKê ku li Bexdayê parlementer bû Viyan Dexîl, di derbarê 50 jinên Kurd yên Êzîdî ku serên wan hatibûn jêkirin de, agahiyên nû da. Ev nûçe di rojanama Brîtanî ya bi navê Daily Mail de hatibû ragihandin. Viyan Dexîl di vê mijarê de weha ragihand:
“Em di mijara 50 jinên Kurd ên Êzîdî ku serên wan ji aliyê İŞİDê de hatine jêkirin, lêkolîna xwe dewam dikin. Hêzên leşkerî yên Brîtanî çawa dizanin ku jinên serên wan hatine jêkirin Êzîdîne?”
Dexîl ragihand ku bi her awayî İŞİD komkujiyan kiriye, ne tenê seriyan jêkiriye û weha dewam kir:
“Ew jinên Êzîdî yên ku di destê İŞİDê de ne, divê weka mirîden wan nên dîtin. Ji ber İŞİD malbatên wan jin û keçên Êzîdiyan kuştine û fikr û ramanên xwe bi zorê bi wan dide qebûlkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin