PeyamaKurd – Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê, ji ber şert û mercên xerab ên hewayê, dibistan, rojekê hatin girtin.
Li parêzgehên Wan, Agirî, Erzîngan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, j, ber rewşa hewayê ya nerênî dibistan heta rojekê îro hatin girtin.
Parêzgariyên wan bajaran diyar kirine, li navçeyên Zêdkan, Hamur û Avkevir yên ser bi Agirî, li navçeya Geverê ser bi Colemêrgê, li navçeya Elbakê ser bi Wanê û li navçeyên Mansî, Tercan û Otlukbelî ser bi Erzînganê, dibistanên seretayî û navîn heta rojekê, 11ê Sibata 2022ê hatine girtin.
Herwiha wê karmendên kêmendam û ducanî jî betlanê û naçin saziyên lê dixebitin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin