PeyamaKurd - Li navçeya Amedê Farqînê di pevçûna bi kêran kesekî canê xwe ji dest da.
Li gorî zanyariyan li ser Kolana Gaziyê di navbera Mahsun Zazaoglu (28) û 3 kesên ku navên wan nehat zanîn pevçûn derket. Di encama wî şerî de Mahsun Zazaoglu birîndar bû.
Zazaoglu rakirin nexweşxaneya Farqînê lê tevî hemû mudaxeleyên pêwist ên tibbî jî canê xwe ji dest da.
Polîsan bi mebesta desteserkirina 3 kesan lêpirsîn da destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin