PeyamaKurd – Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, di navbera gundê Hacîca û Garisiyê yên Farqîna Diyarbekirê de, ji ber sedemeke nediyar pevçûna çekdarî pêk hatiye.
Di encama pevçûna çekdarî de, Veysî Cuban (42) canê xwe ji dest daye û 7 kes jî birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê ekîbên cendirme û tenduristiyê sewqî cihê pevçûnê hatine kirin. Piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê, kesên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Yûsûf Azîzoglu a Farqînê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin