Li Amedê şewata pirêzan bandora neyînî li ser jîngehan kir

Li Amedê şewata pirêzan bandora neyînî li ser jîngehan kir

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Peyasê li Talaytepe agir bi pirêzê ket. Bi bandora bayê şewat fireh bû û li jîngehan û dora nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Gazi Yaşargil belav bû.

Di demekî kurt de, agir hat vemirandin lê şewat hem li nexweşxanê û hem li xelkê jîngehan bandora neyînî kir. Rêvebirê tenduristiyê yê bajêr Dr. Emre Asiltürk li der û dora nexweşxanê lêkolînan kir.

Lê ji ber şewatê xelkê nêzî şewatê ket nava panîkê.