PeyamaKurd – Li bajarê Sêwasê xortê bi navê U.B.Y.yê 15 salî bi demançê li bavê xwe û birarê xwe yê mezin xist û kuşt. Her weha li bapîra xwe jî xist û bi demançê birîndar kir.
Piştî hêzên asayîşê xort girtin û îfadên wî sitendin, xort got ku daîma bavê wî şiddetê lê dike û lewra wan kuştiye.
Piştî xort girtin û birin dadgehê, bi sedema di nav malbatê de yên ji xwe mizintir bi zanîn kuştiye, dadgeha nobedar ew şand zîndanê.
Bapîra birîndar N.Y. (70) birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya zankoya Cumhuriyetê. Bav û birayê wî dê sibê defin bikin.
Dema bûyer di apartmanê de qewimî, tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê, dîtin ku bav Süleyman Yurdakul (50) û kurê wî Mehmet Yurdakul (24) jiyana xwe ji dest dane.