PeyamaKurd- Bîdoneka bi şubhe li ber parêzgeha bajarê Sêrtê hat dîtin û panik destpêkir. Paşî pisporên polîsan yên îmhakirina bombeyan hatin ciyê bûyerê û bîdonê bi robota ku bombeyan îmha dike teqandin. Paşî hat fêmkirin ku bîdon valaye.
Li gor ragihandinê hemwelatiyên ku bîdonê li ber dîwarê parêzgeha Sêrtê ya li ser rêya Sêrtê û Misircê dîtin xeberê dan polîs û li ser xebera wan polîs çû ciyê bûyerê. Ciyê bûyerê bo çûnûhatê hat girtin heya mijar encam da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin