Li Çemçemal a Silêmaniyê erd hejiya

Li Çemçemal a Silêmaniyê erd hejiya

PeyamaKurd - Li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê îro li 01:30yê şevê erdhejek çêbû.

Navenda Erdhejnasiyê ya Ewropa û Deryaya Navîn (EMSC) ragihand ku erdheja li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê bi hêza 3,9 pileyan rû daye.

EMSCyê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 10,6 kîlometre di bin erdê de bûye.

Piştî 3 saetan, derdora saet 04:00an, xelkê Çemçemalê ragihandiye ku erdhejeke din çêbûye.

Li gorî welatiyan erdhej bi tundî hatiye hîskirin, lê derbarê ziyanan de ti agahî belav nebûne.