PeyamaKurd – Do şev li qezaya Azarpêrt a ser bi parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ve erdhej çêbû.
Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Saziya AFADê ya Tirkiyê diyar kir, erdhej di saet 21:14ê şev, li navçeya Azarpêrt (Adakli) ya Çewlîgê çêbûye.
AFADê da zanîn, erdhej bi hêza 3.2 pileyên Rîxterê bûye û di kûrahiya 18 kîlometran de rû daye.
Li gor agahiyan, ji ber erdhejê ti zerar çênebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin