PeyamaKurd – Li çiyayê Korek ê Herêma Kurdistanê, îro 4emîn Festîvala Berfê destpê kir û di festîvalê de çend çalakî tên lidarxistin.
Festîval îro di saet 11:00an de destpê kir ku bi serperiştiya Rêveberiya Geştûguzariya Soranê û Binkeya Geştûguzariya Riwandiz û Civaka Geştyarî ya Çiyayê Korekê ve tê lidarxistin.
Serperiştyarên festîvalê eşkere dikin; Civaka Geştyarî ya Çiyayê Korekê, şiyana wê ya pêşwazîkirina 5 hezar geştiyaran heye, ev 4emîn Festîvala Berfê ye li çiyayê Korekê, ku gelek geştiyar di festîvalê de amade dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin