PeyamaKurd – Çiyayê Kurtikê dikeve nav sînorê bajarê Mûşê û di havînê de çiya bi berfê xemilandiye û bi golên xwe yên ji ber berf û cemedê cemedê havîna xwe dixemilîne.
Kesên ji xwezayê hez dikin daîma diçin Çiyayê Kurtikê û li wê derê kampîngê dikin. Geştiyar dikarin li ser berfê xwe bidin ber tavê û xwe li ser berfê bişemitînin. Hem ava xwe û hem meyweyên ku dibin wê derê, dikarin wan di nav ava golan de û di nav berfê de bicemidînin û bixwun û hem vexwun.
Yên ku hez dikin, dikarin bikevin nav ava cemedê û avjeniyê bikin. Hezkiroxên xwezayê ji bo çiya û dora golan gemarî nemînin, gilêşa xwe jî didin hev û bi xwe re dibin heya bajê Mûşê û dixin konteynirên gilêşan. Ji geştiyaran Tekin Güler li ser çiyayê Kurtik gotiye:
“Îro em li serê çiyayê Kurtik li bilindahiya 2,650 metreyî ne. Em bi hevalên xwe re bi şev, me li vê derê kamp danî. Serê siba me hilata rojê temaşe kir. Di dagerê de me golên biçûk yên li ber cemed û berfê çêbûne dît. Ev ji bo me dîmenên gelek xweş bûn. Em bi hevalan re ketin ava goletan û ji bo me xweş bû.
Me zebeşa bi xwe re biribû, xist nava berfê û heya zebeş bi cemide, em li ser berfê şemitîn… Me zebeşa xwe ji nav berfê derxist û me xwar. Mixabin me dît ku gemarî gihaye heya wê derê jî. Divê vê derê ji gemarê biparêzin. Çiyayê Kurtik zozanekî gelek xweş e. Divê em zozan bi nesla nû bidin nasîn û biparêzin.”