PeyamaKurd – Ji ber barîna berfa zêde, li nêzîkî Şikefta Arslankayayê ya li ser rêya Colemêrg-Wanê şepe (lava) ket. Ji ber vê karesata siruştî, rêya sereke ji bo trafîka wesayîtan hat girtin.
Li gorî agahiyan, şepe li nêzîkî tunela yekem a li ser rêya Colemêrg û Wanê qewimî. Piştî bûyerê, tîmên paqijkirina rê û ewlehiyê sewqî herêmê hatin kirin da ku xebatên vekirina rê bidin destpêkirin.
Rayedaran her wiha ragihand ku rêya sereke ya Colemêrg û Geverê jî ji ber xebatên berdewam hatiye girtin. Bang li şofêran hat kirin ku rêyên alternatîf bikar bînin û heta daxuyaniyeke din neçin van herêman.